NAVENDA NUÇEYAN- MJAR’ê (Milisên Jin ên Agir û Rojê) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî darbeyê li dijî vîna gel û li dijî êrîşên dagirkeriyê bi bombeyên teqemenî û molotofan li dijî dagirkeran li gelek taxên Wan û Geverê çalakî li dar xistin.
Têkildarî çalakiyên ku hatine kirin ev daxuyanî hatin dayîn:
“MILÎSÊN ME LI WAN Û GEVERÊ DERBÊ GIRAN LI DAGIRKERAN XIST
Milîsên me di 19,20 û 21’ê sibatê li Wan û Geverê, bi bombeyê destçêkirî û hewaî fîşekan li hember dagirkera çalakî bi pêkanîn.
Di pêşengiya hêzên me de, li Wanê di taxa altintepe, îstasyon û xaçortê, bi agir barîqat hat avakirin. Li ser vê yekê dagirker ketin nava tevgerê û êrîşî taxan kir. Li hember êrîşên dagirkeran, hêzên me û ciwanên taxê ketin nava tevgerê, bi bombeyê destçêkirî , molotof û hewaî fîşekan li dagirkeran da. Di encama çalakiyan de, heta derengê şevê pevçûn berdewam kir, ji ber ku dijmin çi encam negirt, bi neçarî paşve vekişiya.
Her wiha di eynî rojan de, li Geverê di taxa yenîmahale û esentepe bi pêşengiya hêzên me, li hember dagirkeran çalakî hatin lidarxistin. dagirker bi bombeyê destçêkirî, molotof û hewaî fîşekan hatin hedef girtin. Di encama çalakiyan de, dagirker çi encam negirt û bi neçarî paşve vekişiya.”