NAVENDA NÛÇEYAN- KBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 21’ê Sibatê saet di 07.30’an de li Bursa/Yildirimê di saet 07.30’an de kargeha yekîneya temîrkirina neftê ya wesayîtan a li navenda Pîşesaziyê ya Otosansit a Bursa ye, weke bersivdayîna êrîşên qirkirina siyasî û leşkerî ya ji aliyê Milisên me yên Nesrîn Berî ve hatiye şewitandin.
Hat ragihandin ku “Di çalakiyê de tevahiya kar û baran bûye ax û ziyaneke madî ya zêde hatiye tespîtkirin. Milîsên me piştî çalakiyê vekişiyan herêmên ewle.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Milîsên KBDH’ê li Bûrsayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî çalakî li dar xistin.
Milîsên KBDH Nesrîn Berî;
21’ê Sibatê saet di 07:30’an de danê sibê yekîneya temîrkirina nefta wesayîtan a li Kargeha Pîşesaziyê ya Otosansit a Bûrsaya Yildirimê ji aliyê milîsên me ve hatiye şewitandin. Di çalakiyê de hemû kargeh ax bû û di asteke bilind de ziyana madî hat tespîtkirin. Milîsên me piştî çalakiyê vekişiyan herêmên ewle.
Me ev çalakî ji bo bîranîna fermandara hêja ya YJA STAR’ê Nesrîn Bêrî li dar xist. Em ê bibin kabûsa rejîma faşîst a ku gelê me li kolanan îşkence dike û îradeya wan ji nedîtî ve tê! Em ê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û hevkarên wê yên ku heta stûyê xwe di sûcên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ne, li metropolan bikin dojeh!
Rejîma qirker ku li qadên şer, li kolanan û li ser sindoqan winda kiriye, bi operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî dixwaze tola gelê Kurd hilîne. Li hemberî vê rastiya gelên ku tu carî çokan nadin, bi derketina kolanan vîna xwe diparêzin û di her şert û mercî de dilsoziya xwe ya bi Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê re nîşan didin. Rejîma hov a faşîst li hemberî têkoşîna me ya ku her roj mezin dibe bêçare ye. Dewleta dagirker ji bo qelsiya xwe veşêre, her roj bi tonan bombeyan li Şoreşa Rojava û qadên gerîla û bajarên Başûrê Kurdistanê dibarîne û bi rêya qeyûm tayînî îradeyê dike. Tevî vê yekê, berxwedana gerîla ya ku dijmin li çiya û deştan xistiye çokan û berxwedana fedaî ya bi pêşengiya Milîtanên me yên KBDH’ê li metropolan, her çendî hêvî û cesaretê dide gelê me, tirs û xof û panîkê di dijmin de diafirîne.
Em bang li hemû bindestan, kesên ku li ber çavan nayên girtin, kedkar, karker, jin, ciwan û hemû kesên muxalefetê li dijî rejîma faşîst-qirker a ku gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn dişewitîne, li hev bicivin û dengê xwe bilind bikin. Di serî de jin divê her kes piştgiriyê bide xebatên birêz Ocalan ên ji bo aştiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn a li ser esasê demokratîk, wekhevî û azadiya jinê hatiye avakirin.
Em bang li jinên ciwan dikin ku li dijî hîle û polîtîkayên şer ên rejîma faşîst cihê xwe di nava refên KBDH’ê de bigirin û bi tevahî beşdarî pêvajoyê bibin!
Bijî KBDH!
Bijî Têkoşîna me ya Şoreşger a Yekbûyî!