REQA- Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo bîranîna 100 şervanên ku di mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê de li deverên cuda de şehîd bûne, do merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Hola Mişwar a Reqayê bi beşdariya malbatên şehîdan, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê û meclisên leşkerî li dar ket.
Piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Desteya Kar û Barên Şehîd û Gaziyan a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî. El Hemûd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Hevserokê Desteya Kar û Barên Şehîd û Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Munzur El Hadî jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku heya mîsogerkirina azadî û serkeftinê şopdarên rêya şehîdan in.
Di bîranînê de dayika şehîd Xelef El Bûş, Îtab El Dêf jî helbestek li ser şehîdan xwend. Di dawiyê de mûm li ber wêneyên şehîdan hatin pêxistin û dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” hatin berzkirin.