NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de yek jê jin 9 kes hatine kuştin.
Li Şamê hin kesên li motorsekêtê bûn dema hewl dan diziya jinekê bikin, jin birîndar kir. Jin ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Li taxa Sebîl a bajarê Humisê jî ciwanek ji pêşiya mala xwe ji aliyê 3 çekdaran ve bi guleyan hat kuştin.
Hate zanîn ku li herêma Cisir El Ebeyd a Şamê 3 çekdaran ji bo diziyê bi ser dikaneke zêran de girtin û xwediyê wê kuştin.
Li gundê Zixêr Cezîra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şer de kesek hat kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn. Li taxa Iwêca ya Helebê jî ji ber pevçûna di navbera du eşîran de kesek hat kuştin.
Hate ragihandin ku li kampên Berdexlî yê gundewarê bakurê Idlibê kesek ji bajarokê Kensefrayê ji ber teqandina guleyan bê serûber hatin kuştin.
Li derdora bajarê Kefernibul ê başûrê Idlibê şivanek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Aserya ya gundewarê rojhilatê Hemayê 2 ciwanên din ji ber heman sedemê hatin kuştin.