NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a faşîst qeyûmtayînê Şaredariya Qaxizmanê ya DEM Partiyî kir.
Wezareta Karên Hundir ya dewleta Tirk a faşîst, li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyî qeyûm tayîn kir.
Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin.
Di teblîxata wezaretê de hate diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.