NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” di êvara 22’ê Sibatê de li Kuçukçekmeceya Stenbolê dikaneke mobîlyayê ya 4 qatî ya ku giredayê kesekî ku bi dijmin re kar dike ye şewitandin. Hate hînbûn ku di çalakiyê de dikan şewitiye û nayê bikaranîn.
Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê têkildarî çalakiya xwe ev agahî dan: “Ev çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate lidarxistin. Çalakiyên me wê bidomin. Em bang li her kesî dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were, berxwedanê mezin bikin.”