NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” Ççalakiyên Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrsînê duh bi şev li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji bo tolhildana 3 gerîlayên qehreman ên ku li Başûrê Kurdistanê di kemîneke hovane de şehîd bibûn, tevahiya şevê dewam kirin. Bi polîsên Tirk ên faşîst re pevçûn hat jiyan kirin, endamên yekîneyê bi molotofkokteylan, kevir û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin.
Ciwanan gotin, “Em ê li bajaran bersivê bidin van êrîşên hovane yên ku di ti exlaqên şer de cih nagirin û heta tola şehîdan negirin em ê ranewestin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku tola xwe hilînin.”