REQA – Jinên ciwan ên Reqa ji bo amadekariyên 25 sibatê kom bûn. Di 25’ê Sibatê de komxabte di bin slogana “”Bi Tekoşîna Jinên Sûrî emê Suriyek Demokratîk ava bikin” pêk were.
Jinên ciwan bi moral hatin cem hev û cihê komxabte xemilandin. Di nava amadekariyan de kovarên ciwan û jinên ciwan “Silava” li ser standê hatin rêzkirin. Her wiha li ser tabloyan wêneyên şehîdan ku di van demên dawîn de şehîd ketine, weke şehîd Hêro Behadîn û Ronahî Yekta ku di ciwanan de pêşeng bû, hatin danîn. Ode bi afîşeke mezin a ku li ser slogan nivîsandî hatibû xemilandin.
Leyla El-Ebd, Rêveberiya Jinên Ciwan ye herêmê Rizgarkirî ji beşdarî amadekariyan bû jî ev tişt anî ziman: “Pêwîst e em li ser rewşa niha ya Sûriyeyê nîqaş bikin. Rewşa niha ya li Sûriyeyê ji bo jinan gelekî zehmet e. Jin di “Sûriya nû” de rastî gefan tên. Ji ber vê yekê em weke jinên ciwan divê xwe li vir di warê leşkerî, siyasî, çandî de bi rêxistin bikin.”