NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re em azad bibin” Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrsînê duh êvarê li Taxa Yenîpazar a Mêrsînê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xist. Di navbera dagirker yên ku wesayîtên zirxî yên ketine taxê û endamên yekîneyê bi molotofkokteylan, fîşekên hewayî û keviran de pevçûn derket.
Têkildarî çalakiyê ev tişt hate gotin: “Polîsên dagirker ên ku derbên li yekîneyên me girtin, neçar man ji taxan birevin. Di çalakiyên ji duh êvarê ve ji aliyê yekîneyên me ve gelek leşkerên dagirker birîndar bûn, wesayiteke zirxî hate bêbandorkirin. Em yekîneyên xwe yên ku di van çalakiyên watedar û serkeftî de cih girtine pîroz dikin.”