AMED – Şaredariya Rezanê, li ser navê Rojîn Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya ku 18 roj piştî bi gumana windabûna wê li Wanê cenazeyê wê hat dîtin, Yekîneya Piştevaniya Rojîn vekir.
Navenda Jinan a Kardelenê ya girêdayî Şaredariya Rezanê, Taş Ev a li ser Kolana Coşkun a Taxa 5 Nîsan a Rezanê ku 8 sal berê ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 8 salan ji nû ve vekir. Navenda ku beriya qeyûmê weke Pirtûkxaneya Ciwanan dihat bikaranîn, hatibû girtin, li ser navê Rojîn Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya ku 18 roj şûnde cenazeyê wê bi guman li Wanê hate windakirin hate dîtin, weke Yekîneya Piştevaniya Rojîn hate vekirin. Li ser dîwarên yekîneyê pankartên “Me gotina xwe neqedand, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” û “Em li dijî kuştina jinan serî hildidin û ber bi azadiyê ve dimeşin” hatin daliqandin.
Di vekirinê de malbata Rojîn Kabaiş, Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag û gelek jin amade bûn.
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz anî ziman ku hîna kiryarê Rojîn Kabaiş nehatiye dîtin û got, “Roj roj derbas nabe ku li herêma me qetlîam û kuştina zarokan tune be. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, heta yek kes jî me neterikîne, bi soza ku em ê têkoşîna jinan û hişmendiya jinan bigihînin cihên pêwîst.”
‘QÎRINA MIN LI ÇIYAN BÛ’
Bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş bang li her kesî kir ku bibin yek û li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan dengê xwe bilind bikin. Çima dewlet li hemberî komkujiyan bêdeng dimîne? Kabaiş got, “Yek ji jinên ku heta îro hat qetilkirin, keça min Rojîn e. 18 rojin dewletê keça min nedît. Piştî ku dîtin, hewl dan wek întîharê bidin. Ez întîharê qebûl nakim, Rojîna min întîxar nekiriye. Qîrîna min li çiyayan deng veda, bila kujere keça min were dîtin. 5 meh e em êş û azarê dikişînin, çima dewlet, zanîngeh û yurd nikarin sûcdar bibînin.”
Dayika Rojîn Kabaiş Aygul Kabaiş, anî ziman ku keça wê ji bo xwendinê çûye Wanê û careke din venegeriyaye û xwest kiryarên qetilkirina keça wê bên dîtin.
Li dû axaftinan qurdeya Yekîneya Piştevaniya Rojîn hat birîn û vekirin.