REQA- Yekitiya Jinên Ciwan li hola Mişwar a bajarê Reqayê ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li Sûriyeya nû û astengiyên rûbirûyî wan forumek li dar xist. Di forumê de gelek jinên ciwan, endamên rêxistinên jinan ên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
Di forumê de fermandara Meclisa Leşkerî ya Reqayê Nûda Efrîn axivî û bal kişand ser girîngiya rola jinan di avakirina civakeke demokratîk û azad de û got digel guhertinên siyasî û civakî hîna li pêşberî jinan astengî û kêşe hene.
Nûda diyar kir ku jin pêşeroja gelan ava dikin û got: “Jin hembêza ku tê de civaka mezin dibe, ye.”
Dûre li ser berxwedana û têkoşîna gelê Kurdistanê ya li dijî zulm û bindestiyê, yekitiya gelan û hevgirtina wê û têkoşîna jinan, sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.
Piştre beşdaran li ser her du mijarên panelê “Rewşa civakî ya ku jinên ciwan li gorî mercên dijwar ên welat tê jiyîn, dikişînin” û “Çawaniya têkoşîna jinên ciwan a ji bo misogeriya mafên xwe di Sûriyeya nû de” nîqaş kirin.
Her wiha beşdaran nêrînên xwe der barê, rewşa jinan li Sûriyeya nû û qeydên li ser wan hatine ferzkirin, rêbazên geşkirina rola wan di tevahî aliyên jiyanê de; çi siyasî, civakî û aborî be, qanûn û siyasetên bandorên l iser mafên jinan dikin de, anîn ziman.
Di dawiyê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Leyla El Ebid encamnameya forumê xwend û wiha ye:
Geşkirin û bihêzkirina jinên ciwan di tevahî aliyên siyasî, civakî û çandî de.
Li gel jinên ciwan bi rêya lidarxistina panel û atolyayan hişyarî, zanabûn û hîsa niştîmanî û berpirsiyarî were zêdekirin.
Ji bo bilindkirina asta fikrî ya jinên ciwan perwerdeyên fikirî û siyasî werin vekirin.
Ji bo aşkerakirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan têkoşîn bê kirin û daxwaza serbestberdana jinên di girtîgehên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî de girtî ne, were kirin.
Têkoşîn û îsrara ji bo daxwaza rizgarkirina her bihosteke axa dagirkirî (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) were kirin ku koçber bi awayekî ewle vegerin.