NAVENDA NUÇEYAN- Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Adnan Dogan (Ronî Çîyager) ê ku di 23’ê Nîsana 2021’an de li bejahiya gundê Kela Memê ya navçeya Elkê ya Şirnexê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Serlêdana malbata Dogan ê ku piştî şehadeta wî li Goristana Bênav a Şirnexê hate definkirin, piştî 4 salan hat bersivandin. Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ragihand ku nimûneyên xwînê bi hev re ne, malbata ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijîn di saetên sibehê de çûn Şirnexê.
Piştî karên li dozgeriyê bi dawî bûn, malbatê çûn goristanê, cenazeyê Dogan ji cihê lê defin kirin wergirtin û anîn Nisêbînê. Cenaze di bin dorpêça giran a polîsan de birin Goristana Mohris a Nisêbînê û li vir bi merasîmeke ku tenê destûr hat dayîn endamên malbatê beşdar bibin, spartin axê.