NAVENDA NÛÇEYAN- MJAR (Milîsên Jin ên Agir û Roj) çalakiyên xwe yên sîber ên li dijî polîtîkayên dagirkeriyê didomînin. Milîsên ku berê malpera fermî ya Walîtiya Trabzon û Îdirê girtibûn, niha jî malpera fermî ya Şaredariya Wanê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye bicihkirin, hack kirin.
Endamên milîsê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê li dijî malpera fermî ya Şaredariya Wanê çalakiyeke sîber li dar xistine.
Daxuyanî bi giştî wiha ye:
“Milîsên me li hember polîtîkayên dagirkeriye, çalakiyek li hember malpera fermî ya şaredariya Wanê bi pêkanî.
Malpera şaredariya Wanê ya ku êdî dagirker bikartîne, di 24 çarê sibatê de ,ji alî hêzên me ve bi awayekî pispor hate desteserkirin. Di encama çalakiyê de, dîmenê ku Serok APO tê de nirxandin dike û nivîsa ” KURDÎSTAN FAŞÎZME MEZAR OLACAK” di rûpela malperê yî serke de hate weşandin.
HIŞYARÎ
Her çiqas polîtîkayên dagirkeriyê berdewam bike, Ew ê li her qadê, li hember polîtîkayên rejîma faşîst ya akp-mhp’ê çalakiyên me pêk were. Çi tişt û kesê ku bi vê rejîma faşîst re têkiliyê wê/wan hebe, ew ê herdem hedefa me yî sereke be!”