HESEKÊ- Endamê Beşa Şano ya Meclisa Çand û Hunerê ya Hesekê Alan Bêkes geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet ser bendava Tişrînê û têkoşîna ku di nava gel de li hemberî vê yekê derketiye holê nirxand.
Endamê Çand û Hunerê Alan Bêkes di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin serweriya wê de armanca wan tunekirina QSD’ê ye û got, ” Dema ku dibêjin emê QSD tûne bikin ew dibêjin ku emê wan miletan bi temamî tûne bikin. Em jî ji dewleta Tirk re dibêjin wek endam wek insanekî sivil, kesekî nikare QSD tûne bike. Jiber ku QSD îradeya milet e ne bes îradeya saziyekî an jî partiyekî ye.”
Di dawiyê de Bêkes xîtabî ciwanan kir û got, “Divê ciwan her tim li hemberî êrîşan li ber xwe bidin. Çi siyasî, çi çandî û çi leşkerî be, divê em nekevin kêmasiyan.”
Temamiya axaftinê wiha ye:
“Ez endamê Çand û Hûner a beşê şano de cîh digrim.
Niha ji bajarê Hesekê bigre giştî Rojavayê Kurdîstanê gel berê xwe dide bendava Tişrînê a ku niha wek paytexta şehîdan tê naskirin. 8’ê Kanûnê de rejima BAAS ket. Beşar Esd jî ji hundurê Surî reviya. Em dibinin dewleta Tirk a dagirker êrîşê xwe çawa behtir û zêdetir dike. Me di serî de jî got ev êrîş herî zêde jî ser seda Tişrînê ye. Niha ser seda Tişrînê êrîşekî giran tê meşandin. Jixwe di cîhanê de jî tê nasîn ku dewleta Tirk endamekî NATO’yê de ye. Niha jî çeteyên ku giredayê xwe ye wek SMO ên ku niha Efrîn, Serekaniyê, Girêspî de jî hene êrîşên Qaraqozaxê û Tişrînê dikin. Dibêjin emê QSD tûne bikin. Emê Kurdan, Ereban, Sûryanan tûne bikin. Dema ku dibêjin emê QSD tûne bikin ew dibêjin ku emê wan miletan bi temamî tûne bikin. Em jî ji dewleta Tirk re dibêjin wek endam wek insanekî sivil, wek şeniyên Hesekê, wek ciwanên Hesekê kesekî nikare QSD tûne bike. Jiber ku QSD îradeya milet e ne bes îradeya saziyekî an jî partiyekî ye.
Em hemû dewletan re û serî de jî ji mafên mirovan re dibêjin; çima hûn ewqasî bê dengin? Çima hûn ewqasî qerinû we çavê xwe girtiye? Em rojê pêncan, şeşan şehîdan diveşêrin û em bi vî serbilindin jî. Em bi gişt ser şopa van şehîdan de ne. Em ser vî şopê jî tû cara venagerin bi seya Serokatî.
Banga min hemû ciwanan re; Taybetî ji ciwanên şoreşger re. Îro roj roja we ye. Ger îro ev destkeftiyên ku me di 14 salan de destxistiye ji destê me herin wê zarokên me lanetê me binîn. Ji ber wî jî em ji hemû ciwanan re dibêjin a ku di hundirê Ewrûpa û Surî de, Tirkiyê, Başur û Rojhilat tev rabin ser piyan. Îro ne rojekî wisa de ne ku em bêjin Bakûr şoreş e Başûr ne ji wê ye. Ev tişt qet nayê qebûl kirin ji bo ciwanan. Ciwan divê her tim ser piyan bin. Çî beşê siyasî be, çî beşê hûnerî be, çî beşê leşkerî be divê em kemaniya nehinê. Her bijî ji bo ciwanên şoreşger. Bijî Serok APO. ”