NAVENDA NUÇEYAN- MJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şeva 25’ê Sibatê li Taxa Demîryolê ya Wanê û şeva 24’ê Sibatê jî li Taxa Yenî ya Geverê li dijî dagirkeran barîkat hatin danîn, bi fîşekên hewayî û molotofkokteylan êrîş li dagirkeran hatin kirin û maşîneyek çopê ya li kayûmê hat şewitandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyan de dijmin piştî ku ti encam bi dest nexist neçar maye paşde vekişe.
“HÊZÊN ME LI WAN Û GEVERÊ, LI HEMBER DAGIRKERAN DI NAVA ÇALAKIYÊ DE BÛN
Di 25’ê sibatê li Wanê, di taxa demîryolû de, ji alî hêzên me ve bi agiran barîqat hatin avakirin. Li ser vê yekê, dagirker ketin nava tevgerê û êrîşî taxan kirin. Li hember êrîşê dagirkeran, hêzên me bi molotof, hewaî fîşekan li dagirkeran xist. Di nava eynî saetan de, wesayetek çopê ya ku bi qeyûmê ve girêdayî ye, ji alî hêzên me ve hate hedef girtin. Di encama çalakiyan de, dagirker ji ber bê encam ma, bi neçarî paşve vekişiya û wesayeta çopê ku bi qeyûmê ve girêdayiye, bi temamî şewitî û bêbandor ma.
Şeva 24’ê sibatê li Geverê, di taxa yenî mahale de, bi pêşegiya hêzên me bi agir barîqat hatin avakirin. Li ser vê yekê, dargirker ketin nava tevgerê û êrîşî taxan kirin. Li hember êrîşê dagirkeran, ciwanê welatparêz yên taxê û hêzên me yî taxê, bi bombeyê destçêkirî, molotof û hewaî fîşekan li dijmin xist. Di encama çalakiyan de, heta derengê şevê pevçûn berdewam kir, ji ber ku dagirkeran çi encam bidest nexist, bi neçarî paşve vekişiya.”