NAVENDA NUÇEYAN- Wezareta Edaletê serlêdana Şandeya Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) erê kir. Şande wê sibe bi Rêber APO re ku li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, hevdîtinê bike.
Li gorî agahiya ku ji aliyê Şandeya Îmralî ve hatî piştrastkirin, siyasetmedar Ahmet Turk jî wê di hevdîtinê de cih bigire.
28’Ê SIBAT WÊ DAXUYANÎ WERE DAYÎN
Hat zanîn ku şande wê piştî hevdîtinê roja 28’ê Sibatê daxuyanî bide çapemeniyê. Hat diyarkirin ku têkildarî hevdîtinê û encamên wê agahî bên dayîn.