BEHDÎNAN- Gerîla TV, dîmenekî kurt ê operasyona şoreşgerî weşand ku hêzên gerîla roja 20’ê Sibatê li Kurojahro lidar xist.
Di dîmen de kêliyên ku gerîla di şert û mercên dijwar de dema diçin çalakiyê û kêliyên çalakiyê, cih digirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê roja 22’yê Sibatê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku hêzên gerîla li Kurojahro “Di demeke ji 20 deqeyan kurttir de temamiya girê ku dagirker lê bi cih bûbûn, fetih kirin û bi dest xistin”.
Têkildarî çalakiyê ev agahî dabûn: “Hemû çeper û konên li gir, ji mesafeyeke nêz bi bombeyên dest, çekên ferdî û nîv otomatîk hatin îmhakirin. Cepxaneya li gir û kamereyeke mobesse hate îmhakirin û sîstema teleferîk jî hate texrîbkirin. Her wiha 5 kon jî hatin şewitandin. Hêzên me ketin konên din û çek û malzemeyên leşkerî desteser kirin. Hêzên me li vir çûn ser cenazeyê 10 dagirkeran û teqez kirin ku hatine cezakirin. Artêşa Tirk ji bo vê têkçûnê veşêre li xwe mikur hat ku tenê leşkerê bi peretî Mustafa Uslu ji aliyê gerîlayan ve hatiye cezakirin. Lê belê di encama vê operasyona şoreşgerî ya serketî de, fermandarê paye bilind ê dagirkeran jî di nav de bi giştî 10 dagirker hatin cezakirin. Navê hin ji van dagirkeran hate zelalkirin; Îlhan Koksoy, Huseyîn Ozdal û Eyup Oksuz.”
Her wiha hatibû diyarkirin ku gelek çek û malzemeyên leşkerî jî hatine desteserkirin û têkildarî vê yekê jî lîste jî hatibû weşandin.