NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Zanîngeha Bogazîçiyê biryar da ku heta 28ê Adarê xebatên 28 klûb û 6 komînên ku li ser nivîsa “Îşgal Cafe” îmze kiribûn û hincet TCK 154 nîşan dabûn, bicemidînin. Hate hînbûn ku lijneya rêveber a klubê jî ji wezîfeyê hatiye girtin.
Klûb û komeleyên xwendekaran girtina Kafeteryaya Bakur û vekirina Ethos Cafe ya girêdayî EspressoLab li şûna wê protesto kiribûn. Nêzî 20 xwendekar ji bo 3 rojan ji dibistanê hatin dûrxistin û der barê wan de bi hinceta ku beşdarî çalakiyên di vê pêvajoyê de bûne lêpirsîn hat destpêkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê bertek nîşanî qedexekirina xebatên cemaweriyê dan û banga çalakiyê kirin. Xwendekarên ku saet di 16:30 de li Pyramîda Bakur banga çalakiyê kirin, diyar kirin ku ew ê saet di 17:30 de li forûmê bên cem hev.
Xwendekarên zanîngehê ku li dijî qedexeyan li Kampusa Başûr meşiyan, daxuyaniya çapemeniyê xwendin.
Piştî çalakiyê xwendekarên zanîngehê li ser foruman hatin cem hev û li dijî êrîşa rektoriya qeyûm a li ser kluban çi ji destê wan tê kirin.