NAVENDA NUÇEYAN- Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibehî li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêber APO re hevdîtina xwe ya sêyem pêk bîne. Heyet dê piştî hevdîtinê di saet 17:00’an de li Stenbolê daxuyanî bide.
Heyet di daxuyaniyê de banga Rêber APO ragihîne.
DAXUYAN BI ZINDÎ Û BI EKRANA MEZIN WERE PARVE KIRIN
Ji bo daxuyaniya dîrokî wê li Amed û Wanê ekranên mezin werin danîn û daxuyanî bi zindî were dayîn.
Dê li Amedê li Qada Şêx Seîd di ekrana mezin de daxuyanî zindî bê dayîn. Tê payin ku wê ji bajarên derdorê gelek kes werin Amedê.
Li Wanê jî dê ekrana mezin li Qada Bajêr bê dayîn. Tê payin bi hezaran kes ji bajarên Serhedê bên Wanê.
DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bang li gel kir ku sibê saet 16:00’an de li qadên li Amed û Wanê bibin.