NAVENDA NUÇEYAN- Îro komek nû ya şêniyên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Brakê yên antona Cizîrê bi coşeke mezin ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.
Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên artêşa Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tiçtînê, çalakiya nobedariya parastinê dikin.
Şêniyên kantona Firatê niha li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, dê şêniyên kantona cizînê li şûna wan çalakiyê berdewam bikin.