ŞENGAL -Gelê Şengal ji bo pêşwazikirina daxuyaniya dîrokî ya Rêber APO gelek çalakî lidarxist. Li meclîsa gel a Şengalê gelek kes kom bûn û bihevra daxuyanî temaşe kirin. Piştî banga Rêber APO bi coşekê mezin konvoyekê di nav bajarê de geriya. Sitran û slogan “Bijî Serok APO” hatin gotin. Di dawiyê de agirekê li ber meclîsa gel a Şengalê hatiye pêxistin û şahiyekê hat lidarxistin.
Li milê Şemal jî gel li meclîsa gel a Sinûnê li kom bûn û bihevra banga Rêber APO guhdar kir. Konvoy û şahî jî ji bo pêşwazîkirina daxuyaniya dîrokî hate dayin. Gelê Şengal hêviyê wî ji bo pêşerojê û biryardariya wî ji bo têkoşîna heta azadiya Rêber APO nîşan da.