ŞENGAL – 27ê sibatê heyeta DEM parti hevdîtina sêyemîn bi Rêber APO çêkirin. Di encamê de Rêber APO “banga aşitî û civaka demokratik” bi raya giştî parve kir. Gelê Şengal bi coşekê mezin vê pêvajo şopand.
Duh li Bexçe Serok APO bi pêşengtia Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê (YJCŞ) hefleyekê ji bo pîrozkirina banga Rêber APO hat lidarxistin. Ciwanên Êzidî, ciwanên Ereb û civaka Şengalê bi giştî amade bûn. Di destpêkê de, piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê, endamên YCÊ Samî Xalid Reşo û Sara Şengalî axaftin kir. Di axaftina xwe de Sara Şengalî got : “Weke civaka Êzidî ev bû nêzî 11 salan em li ser fikrê Rêber APO, li ser netewa demokratik xwe rêxistin dikin. Di Şengal de sazî û destgehên me hatin ava kirin. Bi felsefeya Rêber APO weke gelê Êzidî em bûne xwedî îrade”.
Herî dawî koma çand û hûner a Şengalê amade bûn û moral çêkir. Ciwanan govend girtin. Navê Rêber APO bi agir hatiye nivisandin. Bi vî awayî gelê Şengal hêviya û biryardariya wî ji bo pêvajoyê nû ku Rêber APO avakir nîşan da.