ŞENGAL – Li Şengalê şehîdên meha Sibatê ku di dîrokên cûda de şehîd katibûn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku civaka Êzidî bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û wê li ser xeta şehîdan tekoşîna xwe heya serkeftinê bidomînin.
Şervana YJŞ’ê Arîn Şengal di 8’ê Sibata 2019’an de di encama bûyerekê de li Şengalê tevlî karwanên şehîdan bibû. Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jî di 27’ê Sibata 2022’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Her wiha endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza jî di 21’ê Sibata sala 2023’an di encama êrîşa hewayî de şehîd ket.
Civaka Êzidî û gelê Ereb ji bo pêşengên xwe merasîm lidar xistin. Merasîma bîranînê ku li goristana Şehîd Dilgeş Şehîd Berxwedan pêk hate, gelek kes ji malbatên şehîda tevî endam û nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî, gelê Ereb û TAJÊ beşdar bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê li ser ruhê şehîdan destpêkir. Piştre ji bo şehîdan find hatin pêxistin û axaftin hatine kirin.
Piştî axaftinan, li ser jiyan û têkoşîna Arîn Şengal, Sadûn Mîrza, Pîr Çeko û Agir Cefrî sinevîzyonek hate pêşandan û merasîm bi dirûşmeyên ”Şehîd Namirin” bi dawî bû.