NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê li navçeya Geverê li dijî qereqola polîsan bi fîşekên hewayî û teqemenî çalakiyek li dar xist.
Ravekirin wiha ye;
“Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me 26’ê Sibatê di saetên êvarê de li Geverê li dijî qereqola polîsan çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me yên ku bi teqemenî û fîşekên hewayî li qereqolê xistin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ev çalakî li dar xistin. Em diyar dikin ku têkoşîna me wê bidome û di serî de eme banga ciwan û li her kesî dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora Rêber APO bibin yek.”