HESEKE – Li bajarê Heseke, Kongra Star li Stadyuma Şehîdan a Taxa Miftî, bi nêzbûna roja cîhanî a jinan, 8’ê adarê, di bin dirûşmeya “Jin koka şaristaniya Rojhilata Navîn in” daxuyaniyekî dan. Di dawiyê maçekî fûtbol ê di navbera tîmên jinan de hat lîstin. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Emê bi hev re roja cîhanê ya jinan pîroz bikin, ji bo rêzgirtina destkeftetên jinan ên di dîrokê de û nûkirina sozê xwe ji bo tekoşîna cîhaneke bi edalet û wekhev, ku tê de ji her jin û keçek re heman derfet bê dayîn.
Jin kevirê bingehîn ê avakirina civakê ne û tevî pêşketina berbiçav di mafên jinan de di van dehsalan de, hîn rêyek dirêj li pêşiya me heye, ji tundiya li ser bingeha zayendî, ji cihbûna mûçeyen, heya marjînalbûna siyasî û aborî, û bêparkirina gelek jinan ji mafên bingehîn û tendirûstiyê. Êdî her kes dengê xwe bilind dikin û dibêjin bes e. Bes e ji tundî li hemberî jinan. kirin. Perwerdekirina keç û jinan, bihêzkirina wan di warê aborî de, û misogerkrina beşdarbûna wan a bi bandor di biryargirtinê de dive were kirin.
Em bang li hemû jin û mêran dikin ku tevlî vê rojê bibin, ne tenê bi gotinan, lê di heman demê de bi kiryarên xwe jib o bidestxistina wekheviyê. Pirsgirêkê zayendî ne tenê pirsgirêkê jinan, lê belê pirsgirêkê mirovahiyê ye.
Bi dûrşmeya “Jin koka şaristaniya rojhilata navîn in” em ê bi boneya 8’ê adarê, roja cîhanî ya jinan, dest bi hemleyekî bikin. Emê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê broşûran li ser roja cîhanî ya jinan belav bikin, emê li ser dîroka jinan sînevîzyonan pêşkêş bikin û emê bi rêxistinên jinan re hevdîtinên diyalogê pêk bînin.”
Jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn derbarê girîngiya vê rojê axivîn. Romeyîs Salih wiha got: “Îro em li vir kom bûne ji bo daxuyaniyekê bixwînin. Ev daxwyanî li ser jinê ye. Wek ku Rêberê me Abdullah Ocalan girîngî daye vê rojê, pêwîste em li vê rojê xwedî derkevin”.
Hêlîn Fatimê jî ev anî ser ziman: “Wek Serokatî çawa girîngî daye vê rojê, em jî giringiyek pir mezin didin vê rojê. Dema Serokatî di felsefeya xwe de dest bi vê şoreşê kir, bi jinê destpêkir. Em jî girîngiyê didin vê rojê û em pîroz dikin li hemû jinên cîhanê û serkeftin ji hemû jinan re dixwazin.”
Her wiha, di çarçoveyê hemleyê ku hat ragihandin de, lîstokekî jinan ê gogê lingan hat lidarxistin. Sara, mamosteyekî werzîşê yê pemangehê axivî û wiha got: “Em hatine vir ji bo cejna jinê. Em li lîstokgeha şehîda ne. Me 2 tîm amadekirine ji bo ku li dijî hev bilîzin. Em ji bo 8’ê adarê hemû jinê azadîxwaz pîroz dikin.