NAVENDA NUÇEYAN- Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê agirê Newroza 2025’an li gundê Rêber APO li Amarayê hil kirin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) agirê ewil ê Newroza 2025’an li gundê Rêber APO Amarayê hilkirin. Ciwanan, beriya bernameya Newrozê ya li baxçeyê mala Rêber APO lê jidayik bûye, daxuyanî dan.
Endamê Meclisa ciwanan Huseyîn Arslan di daxuyaniyê de wiha got: “Agirê ewil ê Newroza 2025’an em li gundê Amarayê hil dikin ku Roja me lê hil bûye. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û Kemal Kurkutan ev agir qet venemirî û dê venemire. Hêvîdarin Newroza îsal bibe wesîleya azadî, aştî û civaka demokratîk. Em bang li tevahiya ciwanan, jinan û gelê xwe dikin ku tev li pîrozbahiya me ya Newrozê ya Xelfetiyê bibin ku dê di 13’ê Adarê de bê lidarxistin. Ji bo avakirina civaka demokratîk dê têkoşîna me bênavber bidome. Newroz pîroz be.”
Piştî daxuyaniyê jî agir hate hilkirin, ciwanan li dora agir stran gotin û govend gerandin. Gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û ciwanan xwe ser agir re avêtin. Ciwanan xwestin ku Rêber APO ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Pîrozbahî, bi gerandina govendê, avêtina tililiyan û bi çepikan bi dawî bû.
Ciwan, piştî pîrozbahiyê li mala Rêber APO jê dayik bûye ji hêla Mehmet Ocalan ve hatin pêşwazîkirin.