NAVENDA NÛÇEYAN – MJAR’ê têkildarî banga dîrokî ya Rêber APO daxuyaniyek da û got ku ji bilî çalakiyên parastinê yên rewa MJAR ê çalakiyên pêk neynin.
Daxuyanî wiha ye;
“JI HEMÛ XEBATKAR, TEKOŞER Û HEVALÊN MILÎSÊN JIN ÊN AGIR Û ROJÊ RE
Di çarçoveya bangawaziya dîrokî ya Rêber APO de, wekî çawa Parti ji yekê adara 2025’a û şûn de agirbest îlan kiribe,
em jî her wiha li ser bangawaziya rêberê xwe û li ser biryara partiya xwe, weke girêdayînbûnekê biryar digrin û bangawaziyê li hemû hêzên xwe yî tirkî û kurdîstanê dikin: Jinên berxwedêr û tekoşer û hemû ciwanên ku bi dilxwazî li gel me cîh girtine,
weke hûn jî dizanin ku mêrê desthilatdar û kirker, di her hêla dirokê de, xweste ku jinê bi her hêlê wê tine bike û koleyî tarîtiyê bike.
Ji ber ku dema jin bê kolekirin û tinekirin, ew ê her wiha bi jinê re civak û xweza jî bê bindestkirin û desteserkirin. Li hember ev feraseta tarîtiyê, ya mêrê qirker, zerdeştê hemder Rêber APO , bi tîrêjên dayika rojê feraset afirand û ew tarîtiya tinekirinê, ya li ser hebûna jinê qelişand.
Bi zerdeştê hemdem Rêber APO re , jinê kurd û yê cîhanê ji xewa tarî, ya mirinê rabû û hebûna jinê di gerdûnê de mîna rojê bilind kir.
Ev bilindahî tirs û xof xist dilê mêrê qirqer û Ji bo vê bilindahiya jinê binpê bikin,
êrîş birin ser roja me û xwest bi dîl girtina Serokê me, hebûna hemû jinan tine bikin .
Lê belê rasteqîna vîna zerdeştê hemdem Rêber APO, di nava giravekê de, di hindirê 9 metreqareyan nehilat û pêl bi pêl bû sema û Viyanan, zîlan û Arînan, li hemû gerdûnê belav bû û pergala îmraliyê hilweşand.
Em jî weke mirasgirên jinên tekoşer, me xwe bi vîna Semayan û Zîlanan afirand
û bi navê Milîsên Jin ên Agir û Rojê di her qadê de, li hember feraseta mêrê qirqer, me tekoşîna xwe meşand.
Em Hemû xebatlar, tekoşer û hevalên di bin sîwana me de xebat kiriye pîroz dikin û dibêjin; li ser bangawaziya Serok APO û Partiyê,
di Kurdistanê û metropolê Tirkiyê de, ta ku êrîş li ser we û nirxê we nebe,
nekevin nava çalakiyan û çalakiyê xwe rawestînin.
Tenê di temelê xwe parastinê çalakî rewa ye, ji bilî wê çalakiyan pêk neynin. (sabotaj, êrîş hwd.) Em serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazin û dibêjin,
BIJÎ SEROK APO
BIJÎ HÊZA JINÊ”