Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TCŞ: Em ê bi têkoşîna sedsalê banga sedsalê biparêzin

Edîtor: Nucan Serdoz
03/03/2025 - 1:09
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
TCŞ’ê der barê êrîşên li dijî televîzyon û saziyên gelê Kurd ên li Belçîka û Fransayê de daxuyaniyek da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropa têkildarî banga Rêber APO ya “Aştî û Civaka Demokratîk” daxuyaniyek da.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê ne tenê piştgiriyê bidin pêvajoyê, di heman demê de berpirsyariya pêvajoyê bigirin ser milê xwe û di Têkoşîna Azadiyê de rola pêşeng bilîzin.

TCŞ’ê diyar kir ku ew ê xebatên xwe li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO esas bigirin û got, “Em ê hemû xebatên xwe bi giranî li ser azadiya fîzîkî ya Rêbertî bimeşînin û li ser vê bingehê em ê ne li bendê bin, li ser xeta têkoşînê ya pêşeng bin. Em ê li her qadê têkoşînê berfireh bikin û vê pêvajoya ku Rêber APO li ser esasê rêxistinbûn û berxwedanê daye destpêkirin, bi serkeftinê tacîdar bikin.

Daxuyanî wiha ye;

Em ê bi têkoşîna sedsalê banga sedsalê biparêzin.

Rojhilata Navîn di bin bandora pêvajoyên kûr ên dîrokî û siyasî de li ber guhertinên radîkal e. Polîtîkayên otorîter û mêtinger ên bi modela netew-dewletê pêk tên, li şûna çareseriyê krîzên li herêmê kûrtir dike, lêgerîna demokrasiyê û perspektîfên têkoşînê yên cuda di nava gelan de asteng dike. Tevî van astengiyên ku di her kêliyên dîrokê de hatine jiyîn jî, Rêber APO her tim bi vîn û baweriyeke mezin perspektîfên nû pêş xistiye û bûye xwedî cesaret ku hemû encamên ku wê bi xwe re bîne. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a ku Rêber APO di nava krîzên mezin ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn de pêş xist, ji bo avakirina aştiya mayînde û modela civaka azadîxwaz li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e.

Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber APO di 27’ê Sibatê de kir, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê rê li ber serdemeke nû vedike. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê, em ne tenê piştgiriyê didin vê bangê, di heman demê de berpirsyariya wê digirin ser milê xwe û soz didin ku em ê erka xwe ya dewreyê bi cih bînin. Em ê di serdema nû ya têkoşîna azadiyê ya ku Rêber APO daye destpêkirin de bi awayekî aktîf rola pêşengtiyê bi cih bînin. TCŞ wê di xalên Rêber APO de ji her demê bêhtir bi hêztir berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Her pêngava ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, weke Rêber APO got, “tenê bi hebûna siyaseta demokratîk û bingeheke hiqûqî pêkan e. Banga Rêber APO di vê nuqteyê de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke dîrokî ye, lê yekane rêya ku em van hemûyan bi awayekî rastir biaxivin ew e ku tavilê azadiya fizîkî ya Rêber APO misoger bike û hemû şert û mercên ku vê pêvajoya ku daye destpêkirin pêk bîne. Azadiya fîzîkî ya Rêber APO şertê bingehîn ê pêkanîna pêvajoyê ya serkeftî ye. Rêber APO bi salan ji bo pêşxistina modela civaka demokratîk têkoşiya. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo bi tendirustî bimeşe, şert û mercên jiyan û xebatê yên bêpere ji bo wan jiyanî ye. Ev jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê bibe gaveke pêbawer û domdar. Di pêvajoyeke bi vî rengî de em ê weke Tevgera Ciwanan li ser bingeha ezmûna xwe ya têkoşînê ya 50 salan berpirsyariyên xwe yên serdema ku Rêbertiya me destnîşan kiriye di asta herî jor de bi cih bînin.

Yek ji erkên herî girîng ên serdemeke bi vî rengî girîng naskirina Rêbertî û zindîkirina paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e. Ji bo vê jî em ê xebatên xwe yên perwerde, rêxistinî û gihandina Rêbertî ji gel re xurtir bikin û li her qadê xebatên hişyarkirinê li dar bixin.

Di vê pêvajoya veguhertinê de wê ciwan weke pêşengê civakê jî bibin pêşengê pêvajoyê. Ciwan bi dînamîk û hêza xwe ya afirîner wê di têkoşîna azadiyê de roleke diyarker bilîze. Dema ku jiyana azad bê avakirin, tevgera ciwanan wê bibe ajokara çalak a pêvajoyê, wê têkoşîna rêxistinbûyî berfireh bike û mayîndebûna vê pêvajoyê misoger bike. Em ê bi hemû pêkhateyên xwe ve berpirsyariya xwe ya parastina gelê xwe, bi taybetî jî ciwanan, li hemberî konseptên şerê taybet ku di van pêvajoyên bi vî rengî de gelek caran tên meşandin, bi cih bînin û van stratejiyên şer ji holê rakin. Her wiha heta ku Tevgera Azadiyê ya Cîhanê ku sala xwe ya duyemîn qedandiye bigihîje armanca xwe em ê tevlî çalakiyên mezintir û bi kalîte bibin. Em ê hemû xebatên xwe bi giranî li ser azadiya fîzîkî ya Rêbertî bimeşînin û li ser vê bingehê em ê li ser xeta pêşeng a têkoşînê ne li bendê bin. Em ê li her qadê têkoşînê mezin bikin û vê pêvajoya ku Rêber APO li ser esasê rêxistinbûn û berxwedanê daye destpêkirin, bi serketinê tacîdar bikin.

Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê diyar dikin ku ji bo serketina vê pêvajoyê em ê hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin û em bang li hemû derdorên ciwanên demokratîk dikin ku ji bo berfirehkirina vê têkoşîna azadiyê ya ku bi perspektîfa serdema nû hatiye destpêkirin, bikevin nava liv û tevgerê.

Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

MJAR; Ji bilî çalakiyên rewa (parastin) eme çalakiyan xwe rawestînin

Nivîsa Pêş

Ji PAJK’ê peyama 8’ê Adarê: Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji PAJK’ê peyama 8’ê Adarê: Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv

Ji PAJK’ê peyama 8’ê Adarê: Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv

Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA hat avakirin

Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA hat avakirin

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.