MEXMÛR- Çalakiya Nobetê ya li Wargeha penaberan a Mexmûrê ku bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, bi dewirgirtina koma 117’emîn didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha sala 2023’an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin, bi dewirgirtina koma 117’emîn didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 116’emîn Hezar Nerexî axivî.
‘Her gotinek ya Rêber APO ji bo me rêya avakirina jiyana azade’
Hezar Nerexî bal kişand ser banga Rêber APO ya 27’ê Sibatê û wiha got: “Wek gelê Kurd, dostên gelê Kurd û hemu kesên baweriya wan li gel Rêbertî xwedî li banga Rêbertî derdikevin. Niha mijara tevayî cîhanê rewşa Rêber APO, gelê Kurd û ya PKK’ê ye. Ev banga dîrokî ya Rêbertî ne ji rêzê ye. Her gotinek ku Rêber APO dike ji bo me fermane, pîroze û rêya avakirina jiyana azade.”
‘Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO dinava têkoşînê de bin’
Hezar Nerexî di dawiyê de diyar kir ku ew ê wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO dinava têkoşînê de bin û ev tişt got: “Banga Rêbertî bê bersiv nema, ji aliyê tevayî gelê Kurd û azadîxwaz, taybet jî ji aliyê PKK’ê ve daxuyanî hatin dayîn ku banga Rêbertî piştgirî dikin. Em jî wek wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî heta dawî li gel Rêbertî ne û em ê bê dudilî dinava berxwedan û têkoşînê de bin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma ciwanan û dirûşmeyan dawî bû.