REQA – Jinên xwendekar ên Reqayê ji bo 8’ê Adarê festîvalek li dar xistin. Festîval bi dirûşmeya “Xwe zanakirin çalakiya herî xweşik e” ji aliyê jinên ciwan ên xwendekar ve hat organîzekirin û bi moraleke mezin hat pîrozkirin û di heman demê de hemû jinên şoreşger hatin bi bîranîn.
Ji bo bernameyê jinên ciwan şanoyek amade kirin, helbest xwendin û komên mûzîkê jî stranên şoreşgerî gotin. Pişt re jî govend gerandin.
Xwendekara jin a bi navê Silava behsa amadekariyên ji bo pîrozbahiyê wek berhemên destan kir. Herî dawî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê li ser navê xwendekarên jin pîroz kir.
Berdevka xwendekarên jin Narîma jî der barê amadekarî û bernameya ku ji aliyê xwendekarên jin ve hatiye lidarxistin de wiha got: “Me ji bo 8’ê Adarê bernameyeke dewlemend û rengîn li dar xist. Xwendekarên jin wêne xêz kirin, belavok çap kirin û belav kirin, stran, helbest û şano amade kirin.
Herî dawî ez 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim.”