NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ogûz Çelîk (Egîd Arî) ê di sala 2019’an de di pevçûna li navçeya Qaxizman a Qersê de şehîd bibû, piştî 6 salan radesti malbata wî hate kirin.
Cenazeyê Çelîk di sala 2019’an de anîn Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Malbata wî ya li navçeya Hênê ya Amedê dijîn ji bo cenaze werbigirin hate Erziromê. Lê rayedarên dewletê cenazeyê Çelîk nedan û ji bo diyarkirina nasnameyê nimûneya xwînê ji malbatê negirtin.
Malbata Çelîk 6 meh berê ji bo cenaze bigire nimûneya xwînê dabû. Piştî testa DNA’yê hate tespîtkirin ku cenaze aîdî Çelîk e, agahî dan malbatê.
Malbata gerîlayê HPG’ê Ogûz Çelîk duh hate Erziromê. Piştî cenaze ji Goristana Bêkesan a Erziromê hate derxistin û radestî malbata hate kirin. Malbata Çelîk ji bo verşartina cenazeyê ber bi Hênê ve bi rê ketin.