QAMIŞLO – Bi boneya boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Yekitiya Xwendekarên Welatparêz li Stadyuma 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê, şahiyek li dar xist. Bi sedan xwendekar û mamoste beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de tabloyên şêwekariyê û pirtûkên Rêber APO hatin pêşandan.
Berdevka Yekitiya Xwendekarên Welatparêz Elîsar Şêxo bixêrhatina beşdaran kir û 8’ê Adarê li hemû jinan, şervanên YPJ’ê û Rêber APO pîroz kir û got: “Ev roja pîroz rojeke girîng e ji bo hemû jinên cîhanê. Felsefe, fikir û ramanên Rêber APO nirx û ronahiyek da jinan. Diyariya ku rêberê me ji hemû jinên cîhanê re şand coş û kêfxweşiyek xiste dilê hemû jinan û ew diyariyeke pir bi nirx bû.”
Şahî bi stranên komên Hîlala Zêrîn û gerandina govendê bi dawî bû.