QAMIŞLO- Endamên Meclîsa Jinên Ciwanên PYD li bajarê Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kampekê du roja dan destpê kirin.
Bi dehan jinên ciwan li Parka Azadiyê a Qamişlo kom bûn û beşekî ji parkê bi rengên cur bi cur xemilandin. Jinên ciwan pankarta ku ser de “Bi Hêz û Vîna Jinên Ciwan Emê 8’ê Adarê Pîroz Bikin” aliqandin. Jinên ciwan di çalakiya xwe de pankartek bi desta ku ser de “Jin Jiyan Azadî” hat nîvisin jî çêkirin. Her wiha jinên ciwan ser kartan nerîn û hestên xwe nîvisandin û jinan re belav kirin.
Piştî wî jinên ciwan gel hev kom bûn bi hevre stranên şoreşgerî gotin û dîlan gerandin. Çalakiya jinên ciwan bi slogana Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.
Wê kamp sibê jî berdewam bike.