Parlamenterên DEM Partiyê ku bi peyama dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber APO re ketin pêvajoyeke berfireh a civînan, eşkere bû ku peyameke Rêber APO ji wan re hatiye ragihandin.
Li gorî nûçeyan, di civînan de peyameke Rêber APO ya ji bo wekîlan hate ragihandin.
Hate ragihandin ku Rêber APO ji wekîlan re gotiye, “Li ser aştiyê biaxivin, xwedî li aştiyê derkevin û qalê bikin.”
Li gorî agahiyan, ji hevşaredarên DEM Partiyê re jî ev peyam hate ragihandin, “Beriya 40 salan navê Kurdan tine bû, îro şaredarî hene. Qala pêvajoyê bikin, ji gel re qala aştiyê bikin.”