HELEB – Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li taxa Şexmaxsûd a Helebê gul li jinan belav kirin.
Jinên ciwan bi cil û bergên gelêrî û di destên xwe de gul li kolan kolan geriyan û jinên ku dîtin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Jinan li wan pîroz kirin û gul dan her jinekê. Jinên ciwan ji aliyê jinên di kolanan re derbas dibûn bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.