MAINZ – Xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Johannes Gutenberg a Maînzê dixwînin, ji bo balê bikişînin ser azadî û têkoşîna jinê çalakiyek li dar xistin. Xwendekaran kartên ku li ser gotinên Rêber APO yên li ser azadiya jinê bi Elmanî û Îngilîzî nivîsandî, bi çîkolatayan li xwendekarên derdorê belav kirin.
Xwendekarên ku çalakî li dar xistin diyar kirin ku çalakiya wan bi armanca balkişandina girêdana azadiya jinê û azadiya civakî û bilindkirina hişmendiya têkoşîna jinê ye.
Her wiha hate gotin ku fikrên Rêber APO di afirandina hişmendiyeke mezin a civakî de bi taybet di rêya azadiya jinê de girîng e.
Ev çalakiya ku di hawirdora zanîngehê de pêk hat, di nav xwendekaran de bû sedema eleqe û nîqaşê.