ŞENGAL- Îro li gundê Barê bi pêşengtia Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê (YJCŞ) çalakiyekê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat lidarxistin. Derdorê 20 jinên ciwanên Şengalê hatin gel hev û di nav şînkahîde bi hevre dem derbas kirin û semîner dîtin.
Seminer ser giringî û wateya roja 8’ê Adarê hate dayin. Di vê seminerê de dahûrandinekê Rêber APO ser azadiya jinan û 8’ê Adarê hate xwendin. Piştî nirxandina Rêber APO ji aliyê jinên ciwan nirxandin û niqaş hat pêşxistin.
Di niqaşan de mîrateyê jinên têkoşer û berdelên mezin ku hatine dayin hat destnişan kirin. Her wiha di derbarê daxuyanî ku ji aliyê Rêber APO ve hat dayîn jinên ciwan moralê xwe û biryardariya xwe ji bo xurtkirina têkoşîna azadiya jin anin ser ziman.
Çalakî bi slogana “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.