TEBQA- Jinên ciwan ên endamên Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ên Tebqa û Efrînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daketin qadan. Jinên ciwan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dayikên Efrînê yên ji Şehbayê koçî Tepqayê bûne û jinên Ereb ên li Tepqayê dijîn pîroz kirin.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan dema qertên ku ji bo 8’ê Adarê amade kiribûn li dayik û jinên ciwan belav kirin ji aliyê jinan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.