Hevalê me Cîger Kobanê (Cîgerxwîn Daban) ê tevî gaziyekî şer bû jî ku ti carî xwe ji têkoşîna azadî û rûmetê paşde neda, 26’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker li devera Riwêşid a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de şehîd bû. Em weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heval û hevrêyê xwe yê hêja bi rêzdarî bi bîr tînin.
Kobaniya berxwedêr a 2’yê Tîrmeha 1979’an Rêber Apo dema ji Serxetê derbasî Binxetê bû, gava xwe ya yekemîn avêtiyê êdî dihat zanîn wê di dîroka Tevgera Azadiyê û tevahiya mirovatiyê de bi tîpên zêrin cih bigire. Kobanê bi gelê xwe, jin û ciwanên leheng ji çiyayan heya deştan di çeperên berxwedan û rûmetê de li dijî dagirkeran cih girtin. Çirûska yekem a şoreşa Rojava jî cara yekemîn li vî warê berxwedêr ên şêrejin û mêrxasan pêket. Ev şoreş ku îro weke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê binavkirin, ji tevahiya herêmê û cîhanê re bûye nimûneya pêkve jiyana hemû gel û baweriyan.
Helbet yên Kobanê kirin Kobaniya berxwedêr şehîdên me yên pîroz in ên bêteredut li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo tevlî têkoşînê bûn û di oxira armancên bilind de tiştek ji xwe teqsîr nekirin.
Heval û hevrêyê me Cîger Kobanê (Cîgerxwîn Daban) jî çavên xwe li vî warê pîroz û berxwedêr vedike. Hevrê Cîger ê di nav derdoreke welatparêz de mezin dibe, bi şoreşa azadiyê re sala 2016’an li Efrînê berê xwe dide nav hêzên YPG’ê û ji bo rûmeta gelê xwe têkoşîn dike.
Heval Cîger ê di gelek hemleyan de cih digire, bi rûkenî û sekna xwe, bi fedakarî û cesareta xwe ji tevahî hevalên xwe re dibe mînak. Hevrê Cîger bi salan timî li qadên berxwedanê ku cih girt, sala 2018’an li Efrînê di Berxwedana Serdemê de birîndar dibe. Heval Cîger ê çavekî winda dike, sozdar û dilsozê xaka ye. Dizane bê Rêber Apo rol û mîsyoneke çawa daye gaziyên şer û bi vê serwextbûnê ji berê zêdetir, di nav têkoşînê de cih girt.
Hevalê me Cîger Kobanê (Cîgerxwîn Daban) 26’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker li devera Riwêşid a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de bi du hevrêyên xwe re şehîd bû û tevlî karwanê pakrewanan bûn.
Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em heval û hevrêyê xwe yê hêja Cîger Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbata hevalê me yê hêja Cîger em ji tevahî gelên herêmê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin heval û gelên xwe, em ê heya dawiyê ji bo armancên şehîdên xwe têkoşîn bikin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
07.03.2025