WAN – Li Wanê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga fînalê ya 8’ê Adarê tê lidarxistin. Jinê ku di saetên serê sibehê de ji malên xwe derketin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diherikin qadê.
Fînala çalakî û xwepêşandanên bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin, li Parka Mûsa Anter a Wanê bi mitîngekê tê dayin. Mitîng, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan tev li mitîngê dibin.
Jinên ku ji saetên serê sibehê ve bi rê ketin, piştî du noqteyên lêgerînê derbasî qada mitîngê bûn. Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Komeke jinan ên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar hatin gel hev jî, weke kortejê derbasî qada mitîngê bûn.
Hêj jî gelek jin tên qada mitîngê. Di mitîngê de Tulay Hatîmogûllari û Pervîn Buldan dê biaxivin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan taybet şandî jî dê di mitîngê de bê xwendin. Di heman demê de Koma Jin Ma û Koma Vejînê jî dê derkevin ser dikê.