QAMIŞLO- Endamên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamışlo der barê qetilkirina xwendekara ciwan a bi navê Şînda Adil Kişo ya ji Taxa Xerbî ya Qamişlo ku xwendekara pola yekem a tibê li Laziqiyê bû û qetlîamên hêzên HTŞ’ê yên li dijî gel bi daxuyaniyeke şermazar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pêşeroja Sûriyê li ser cenazeyên xwendekaran nayê avakirin û divê perwerde li qada şer nebe hedef. Em daxwaza tedbîrên lezgîn ji bo parastina xwendekar û saziyên perwerdeyê dikin da ku em zarokên xwe yên ku hêviya jinûve zayînê û rizgariya vî gelî ne, winda nekin.”
Tevahiyê daxuyaniyê wiha ye:
“Di nava şert û mercên trajîk li Sûriyê tundî û aloziyê ku bûye sedema jidestdana jiyana bêguneh, li ser komkujiyên vê dawiyê yên li Sûriyê ku di encamê de di nav de xwendekarên keç û xortên ku xeyala paşerojeke baştir ji bo welatê xwe bikin gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, em wek Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê xemgînî û hêrsa xwe ya kûr derbirî tînin ser ziman.
Di nava van şehîdan de me îro xatir ji hevala xwe ya xwendekar Şînda Adil xwest ku li Fakulteya Tipê dixwend û xeyal dikir ku bibe ronahiyek ji nexweş û kesên hewcedar re. Her wiha em hemû xwendekarên ku di vê qeyranê de jiyana xwe ji dest dane, ku diviyabû avakerê pêşerojê bûna û gelek xwendekarên ku bi canê xwe ji bo şerekî ku nehilbijartibûn ku bibin parçeyek, bi canê xwe bedel dan û bûn qurbaniyên rastiyeke xwînrêj û hovane bi bîr tînin.
Bêyî fikarên mezhebî û siyasî, em van qetlîamên li dijî mirovahiyê û pêkanînên li dijî hemû xwendekarên mexdûrên şîdetê û divê bibin pêşengên pêşerojê şermezar dikin. Kuştina xwendekaran li ku dibe bila bibe, li dijî zanist û zanînê ye û li dijî hemû Sûriyê ye.
Em wek Yekîtiya Xwendevanên Niştimaniya Sûriyê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dikin ku erkên xwe di parastina xwendekaran û dabînkirina jîngeheke perwerdehiyê ya ewle û dûrî atmosfera tundûtûjiyê û mirinê bi cih bîne. Her wiha em bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi awayekî cidî destwerdanê bikin ji bo eşkerekirina êş û azarên xwendekarên Sûrî û ji van sucdaran hesap bipirsin.
Pêşeroja Sûriyê li ser cenazeyên xwendekaran nayê avakirin û divê perwerde li qada şer nebe hedef. Em daxwaza tedbîrên lezgîn ji bo parastina xwendekar û saziyên perwerdeyê dikin da ku em zarokên xwe yên ku hêviya jinûve zayînê û rizgariya vî gelî ne, winda nekin.
Na ji tundiya li dijî mirovahiyê re
Na ji kaos û kuştina mirovên bêguneh re.
Bijî Sûriyeyeke azad û demokratîk.”
Yekîtiya Xwendevanên Welatparêz a Sûriyê
7ê Adarê, 2025