HAMBÛRG – Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, nirxandinênRêber APO yên têkoşîna azadiya jinê bi raya giştî re parve kirin.
Jinên ciwan qertên ku li ser gotinên Rêber APO hatibûn nivîsandin xwendin û piştre der barê rewşa Rêber APO de agahî dan.
Jinên ciwan bi vê çalakiyê diyar kirin ku bingeha îdeolojiya Rêber APO azadiya jinê ye.
Her wiha jinên ciwan diyar kirin ku ew weke ciwan hêza pêşeng a avakirina Modernîteya Demokratîk a di banga Rêber APO ya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ne û destnîşan kirin ku ew ê 24 saetan bixebitin ku fikir û ramanên Rêber APO bigihînin civakê.