TEPQA – Bi boneya 8’ê Adarê 30 jinên ciwan ên Efrînî û Tepqayê hatin gel hev û bi hev re ‘Rojekê bi Rêbertî re’ derbas kirin. Pêşî kurtefîlmek ji rêzefîlma “Sofre Roje” ku tê de bîranînên bi Rêber APO re hene, hate temaşekirin.
Paşê şûnwarên dîrokî yên girîng ên Tepqayê bi hev re hatin ziyaretkirin, ji ber ku Rêber APO ji bo ku nasnameya xwe baştir were naskirin girîngiyeke mezin dide şûnwarên dîrokî.
Piştra jinên ciwan bi hevdura nameya Rêber APO a 8’ê Adarê ya Sala 2013 xwandin. Dura jinên ciwan ji malbat û hevalên xwe re kart çêkirin. Di qertan de kulîlka Nergîzê ya sembolîk a ku Rêber APO di 8’ê Adarê de diyarî jinan kiribû, hebû.