TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê û Efrînê ji bo şermezarkirina qetilkirina gelê Elewî li heremên Latkiyê û Tartûsê ji aliye hêzên girêdayê HTŞ ve çalakiyekî protesto li darxistin.
Bi dehan jinên Ciwan li çarxereya Saetê kombûn û panqartên li dijî komkûjiyê hezaran Elewîyan kû di rojên dawî de pêkhat hildan û daxuyaniyekî xwendin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Jinên Ciwan ên Tebqa Aya El Saxîr ve hat xwendin. Di daxuyanî de sûcên hovane yên komên çete hatin şermezarkirin,bi taybetî jî qetilkirina jin û zarokan.
Piştî wê, berdevka Jinên Ciwan a Şehbayê Nûjiyan Efrîn jî axivî û helwestê xwe li hember komkûjiya li heremên Cebel, Qerdeha û Latkiyê ravekir.Her wiha, da diyarkirin ku ev kiryaran li dijî hemû pîvanên exlaqî û mirovahî û li dijî avakirina Sûriyekî nû û azad.
Di dawiyê de dirûşmeyên “Ji kûştina Elewiyan re na”, “Ji mezhebperestiyê re na” û ‘Ji tundiya li ser jinê re na’ hatin berzkirin.