NAVENDA NÛÇEYAN-
QSD’ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ASNA) li eniyên Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax zêde bûne.Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ev agahî parve kir:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dikin. Di qetlîama ku duh li bajarê Sirînê hat kirin de 3 zarok bûn hedef.
Li eniya Qereqozaqê jî dewleta Tirk a dagirker duh (duşemê) li gundê Ceraf ê bajarokê Sirîn ê başûrê Kobanê komkujiyek pêk anî. Di qetlîama ku bi balafira bêmirov a çekdar (SÎHA) hat kirin de maleke sivîlan hedef hat girtin, di êrîşê de zarokek şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sînaa yên bejahiya Qereqozaxê û girên Sêvê û Qereqozaxê zêdetirî 70 caran bi obus, tank, roket û hawanan bombebaran kir. Di êrîşê de ziyanên madî yên mezin giheştin milkên sivîlan. Her wiha balafireke bêfirokevan a dagirkeran derdora bejahiya rojavayê Qereqozax bombebaran kir û di encama êrîşê de ziyanên madî rû dan.
Li eniya Bendava Tişrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din ji roja Yekşemê heta Duşemê bejahiya bakur û başûrê bendavê bi obusan bomberdûman kirin. Ji ber êrîşê gelek xanî şewitîn. Balafirên şer ên dagirkeran jî li derdora bendavê rêze êrîş pêk anîn. Di saetên danê nîvro de jî dagirkeran û çeteyan bi obus û fîşekên hewayî baregehên karkerên bendavê û qadên din ên derdora bendavê bombe kirin. Di encama êrîşan de ziyanên madî çêbûn.
Çalakiya balafirên şer û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê û Eyn Îsayê tevahiya rojê dewam kir.”