BEHDÎNAN– Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla bênavber dewam dikin. Balafirên şer ên Tirk 18 caran, çekên giran, top û obusan jî 678 caran êrîş kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîla ev agahî da:
“Êrîşên balafirên şer;
Di 10’ê Adarê de qadên Şehîd Şerîf, Goşînê yên herêma Xakurkê 2 caran, herêmên Girgaşê, Dêreşê, Heftebax, Yekmalê, Deşta Kafya, Girê Zengil ên herêma Garê 8 caran, qada Berxwedana Bêşîlî ya herêma Metîna û herêma Şehîd Delîl 1 caran û herêma Şehîd Delîl 1’ê Adarê hatin vekirin. Bi tevahî 12 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
Di 11’ê Adarê de li Herêmên Berxwedana Serdemê yên Berê Zînê, Sinînê, Goşînê yên herêma Xakurkê 3, li qadên Yekmalê, Sêdarê yên herêma Garê 2, li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê jî yek derb hatiye xistin; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 6 caran hate bombekirin.
Çekên giran, top û obusan;
Di 9’ê adarê de Herêmên Berxwedana Serdemê yên herêma Xakurkê 8 caran herêmên Girê Zengil, Zêvkê, Dêreşê, Girgaşê, Spindarê, Mijê yên herêma Garê 52 caran hatin vekirin Herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 206 caran hate vekirin; Bi çekên giran, top û obusan bi giştî 329 caran hatiye bombekirin.
Di 10’ê Adarê de li herêma Berxwedana Lolanê ya herêma Xakurkê derbên giran li herêmên Girê Zengil, Yekmalê, Kanî Sarkê, Girê Reşîd, Dêreşê, Girgaşê, Mijê yên herêma Garê hatin xistin; Li herêma Rojava ya Zapê 252 derbe hatin xistin; Bi çekên giran, top û obusan bi giştî 340 caran hatiye bombekirin.
Di 11’ê Adarê de li herêma Berxwedana Goşînê ya herêma Xakurkê 2, li herêma Serê Metîna ya herêma Metîna jî 7 derbe hatin xistin; “Bi çekên giran, top û obusan bi giştî 9 caran hatiye bombekirin.”