HESEKÊ – Gelê Hesekê li hemberî komkujiyên Elewîyan protestoyekî li dar xistin , bi çalakîya xwe diyar kirin kû ew vê komkujiyê şermezar dikin û tucarî qebûl nakin.
Di daxuyaniye de anîn ser ziman ku qetlîamên Latkiyê û Tertusê hatine kirin şermezar dikin.Ev şer û pevçûn we nehêle Sûriyeke aram mayînde bibe û armanca van erîşan tunekirina çand,ol û mezhebane. Sûriyeke demokratîk û wekhev lazime were esas girtin.
Disa hat diyarkirin ku ev komkujiyên îro li heremên elewiyan hatine kirin berî vê disa li Efrîn,Serêkaniyê û Girêspî jî hatine kirin.