REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşmeya “Em ê bi rêxistinbûn û hevgirtina ciwanan destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” bi dehan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek li dar xist, bi taybet li ser banga Rêber APO ya 27’ê Sibatê û têkildarî geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê hat sekinandin.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre nameya Rêber APO ya di 27’ê Sibatê de bi rêya heyeta DEM’ê şandibû hate xwendin. Ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” name pêşwazî kirin.
Piştî xwendina nameyê, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî. Hesen Koçer di axaftina xwe de diyar kir ku divê nêrîna ciwanan li ser esasê jiyanê be û felsefeya wan a jiyanê jî li ser esasê exlaq be. Her wiha di axaftinê de nirxandinên berfireh li ser destpêka şoreşê û çawaniya birêxistinkirina tevgera ciwanan, çawaniya avakirin û heta îro ji şoreşê re bûye mînak hate kirin.
Li dû axaftina vekirinê ya Hesen Koçer, ciwanan mafê axaftinê girtin û der barê rojevê de nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Ciwanan diyar kirin ku di vê pêvajoyê de peyama dîrokî ya ku ji Rêber APO tê pir girîng bû û destnîşan kirin ku Rêber APO ciwan û jin weke pêşengên civakê destnîşan kiriye û li ser vê bingehê divê ciwan li ser banga Rêber APO her tim rola pêşengiyê bilîzin.
Piştî nîqaşan daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
1. Ciwanan ji destpêka şoreşê ve rola pêşeng girtiye û wê rolê bidomine.
2. Em ê xebatên xwe ji bo yekkirin û hevgirtina ciwan û jinên Sûriyeyê ji bo Sûriyeke demokratîk pêş bixin û berfireh bikin.
3. Azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê bibe parçeyek ji xebat û çalakiyên me yên li hemû navendên me, em ê şehîdên xwe yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û bi rêzdarî bi bîr bînin, destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.
4. Weke Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku di pêşengtiya serdema nû de bi rola pêşengiyê rabe em ê kampanyayên hişyarkirinê bidin destpêkirin.
5. Em ê xebatên ji bo yekkirina ciwan û jinan ji hemû civak û mezhebên Sûriyeyê, bi hev re bijîn û wekheviyê di Sûriyeya nû de pêk bînin, pêş bixin.
6. Weke ciwan em ê di her qadê de beşdarî avakirina Sûriyeya demokratîk bibin.
7. Em bi tundî piştevaniya hevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta nû ya Sûriyê de dikin, ku armanca wê avakirina aştî û demokrasiyê ye.
Komxebat bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.