NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hejmara sivîlên ji 6’ê Adarê heta roja îro ve li bajar û gundewarê perava Sûriyeyê hatine qetilkirin hezar û 383 kes in, di nav de zarok û jin jî hene.
SOHR’ê daxuyand ku îro li Tartûs, Laziqiye û Hemayê 3 komkujiyên din pêk hatin, di encamê de 49 kes li Tartûsê, 25 li Laziqiyê û 84 li Hemayê, bi giştî 158 kes hatin qetilkirin.
Li gorî SOHR’ê heta niha 50 komkujî li perava Sûriyeyê, herêmên çiyayî yên derdorê û herêmên hundirê Sûriyeyê hatine belgekirin.