REQA- Li bajarê Reqayê bi navê Şehîd Ronahî Yekta ku li Tişrînê şehîd bibû, ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ên Herema Rizgarkirî ve pirtûkxaneyek hate vekirin.
Bernameya vekirinê bi beşdariya bi dehan jinên ciwan û jinan, dişexsê şehîd Ronahî de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê de destpê kir.
Piştre li ser navê Komîteya Jinên Ciwan a Desteyê Emîne Berkel axaftina vekirinê kir. Berkel destnîşan kir ku cara yekemîn li Reqayê pirtûkxane hate vekirin û ev yek bi keda jinên ciwan pêk hat û got, “Em hêvîdar in ku hemû ciwan û jinên ciwan serdana pirtûkxaneya me bikin û bi xwendina pirtûkan a li vir xwe zana bibin.”
Piştre hevberdevka Desteya Ciwanan a Bakûr û Rojhilatê Surî Heva Bekir mafê axaftinê girt û diyar kir ku pirtûkxane bi navê şehîd Ronahî Yekta hatiye vekirin û behsa keda şehîd Ronahî ya bi salan di xebatên ciwan û jinên ciwan de û têkoşîna wê ya jiyanê kir. Heva Bekir axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
Pir girîng e ku li bajarê Reqayê pirtûkxaneyek bi vî rengî tê vekirin. Ji ber ku di vî pirtûkxane bi taybetî fikrên Rêber APO hene. Rêber APO dibêje, “Pirtûkên min li ku hebin ez li wir im.” Riya sereke ya ciwan û jinên ciwan ku li ser şopa şehîdan bimeşin, xwendina fikir û felsefeya Rêber APO ye. Jinên ku dixwazin xwedî sekin be xwedî îrade û bi hêz be divê fikrên Rêber APO bixweyne.
Çalakî bi stranên Koma Erbane ya Jinên Ciwan ên Kevana Zerîn bi dawî bû.